13 Rûpelên Balakêş Ji Dîroka Gelê Kurd Celîlê Celîl
Wardoz Yayınevi
13 Rupelen Balkeş Jı Diroka Gele Kurd Kısa Özet Kurdnasê Sovyeta kevn Celîlê Celîl lêkolînên wî li ser dîrok zargotin folklor lîteratora kurdî bi zimanên rûsî ermenî kurdî kurmancî soranî erebî tirkî û almanî derketine Ew ji Êrîvanê Komara Ermenistanê warguhêzî Vîyanayê bûye û li wê li Akademîya Zanistî karê lêkolînên kurdnasîyê berdewam dike Pirtûka 13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd li ser sêzdeh gotarên wî yên ku dema berê bi zimanên rûsî ermenî û kurdî çap bûne bingeh girtîye Her gotarek li ser çavkanîyekê ava bûye Bihayê vê berhevokê mezin e ji ber ku li ber xwendevanan çavkanîyên nenas û balkêş vedibin Bervedana wan ya zanistî hêjatîya pirtûkê hîn zêde dike