496
Belki Yayınları
Bayekî cemidî li ser ezmana sifrê digeriya di hembêza ezmên de ewrên sarûgermî hedî hêdî avis dibûn Ewrên bêwext li ser sifrê direşiyan gotinên cemidî û tûj di pêxîla xwe de xwedî dikirin dem û demsalan peyvên derhiş li bêjinga hişî de werdibûn gotinên binhişî di moxila hişî de werdibûn hemû peyvên dem û demsalan di ser hevdu de hatibûn esirandin neqebeke asê bû gotinên negotî Gotinên û ewrên bêwext li ser sifrê hêdî hêdî diweşiyan dihedimî û heldiweşiyan Gotinên negotî hevokên esirî bêjeyên darvekirî gotinên serjêkirî û tekstên dojehî