Anahîta Û Gemîvan Heft Tekstên Şanoyê
Avesta Yayınları
Helket Îdrîs Abid şanoger derhêner û lîstikvanê ji bajarê Dihokê ku bi salan e bi awayekî çalak li ser sehneyên şanoyê nimayîşan pêk tîne bi berhema xwe ANAHÎTA Û GEMÎVAN HEFT TEKSTÊN ŞANOYÊ li pêşberî xwînerên kurdî ye Ev berhem wekî berdewamiya sermiyana pexşana kurdî ya metnên nûjen û nemaze jî ya şanonameyan dê ji bo mereqdarên qadê bibe berhemeke sûdmend û îlhambexş Berhema ji heft şanonameyan pêk tê ku du jê melodrama ne bi naveroka xwe dibe ayîneya karakterên xwe jiyana civakî û polîtîk a kurdan Herweha lêgerîn û hesreta karakteran a ji bo rabirdûyê rabitaya wan a trawmatîk a ligel sînoran bandora desthilatdariyê ya li ser layenên cuda yên jiyana civakî rexneya hizrên paşverû û gelek babetên din bi şêwazeke xweser û têrmîzah a nivîskarî têne wegêran Nivîskar hima bêje di temamiya metnan de wêneyekî civakî yê reşbîn tawan û gunehên takekes û rayedaran bi kirasê realîzmeke efsûnî nîşanî me dide û derwazeyê rexneyê vekirî dihêle bo xwînerên xwe