Analîza Qewlên Êzdiyan — Xanna Omerxali Kovan Xankî

Analîza Qewlên Êzdiyan
Xanna Omerxali Kovan XankîAvesta Yayınları

Avesta Yayınları
Ev kitêb di derbarê pirsa girîftar a metoda analîzkirina tekstên dînî yên êzdiyatiyê de ye Ji bo baştir nîşankirina nîqaşê şiroveyeke Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî tê bikaranîn Piranî daneyên kitêbê ji lêkolînên qadî yên bi êzdiyên li Ermenistan Iraq û Almanyayê hatine kirin tên û ev jî yekem pêşkêşiya zanistî ya encaman e Hemû danêrên xebatê temsîlkarê rûhaniya êzdiyan in ku piraniya wan ji kasta Pîran tên û ew jî ji mala Omerxaliyan e ku malbatên vê malê agahiyên derheqê avakerên xwe de parastine Pêşgotina kitêbê teqdîmeke giştî ya şerha olî ya êzdiyatiyê dide xwendevanan ku nivîskar hinek agahiyên bingehîn derdide ji bo şirovekirina nivîsarên dînî yên êzdiyatiyê Kitêb zêdetir ji bo rojhilatnasan zanayên lêkolînên olî êzdînasan û ji bo gelek xwedavanên ku meraqeke wan heye li ser lêkolînên Kurdî û lêkolînên olî yên hevçerx Bedelê Feqîr Hecî di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje Ev berhema li ber destê me ya ku hêja û birêzan Dr Xanna Omerxalî û Kovan Xankî pê rabûyîn şirovekirin û lêkolîn û toyîjandineke edebî dîrokî rexneyî derbarê tekstekî dînê êzdiyan de ye Di vê lêkolînê de cara pêşiyê mêtodeke ravekirina tekstên dînî yên Qewlên êzdiyan wek nimûnekî edebê ola êzdiyatiyê tê diyarkirinê ser analîza Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî da Ev lêkolîne hewilan û pêngaveke here nû serkeftî zanistî û babetane ye di warê şirovekirina têkistên dînê êzdiyan de ez bawer im di pêşerojê da sud û mifayeke mezin dê ji vê lêkolînê ête wergirtin ku bi heman rêk û şêwê tekstên din jî bêne toyîjandin û şirovekirin Bi nêrîna min ev kitêb dikare ne tenê kêrî olzan ulmdar û qewlbêja bê lê weha jî kêrhatina vê berhemê boy wan xwendevanan yên ku hewcê zanebûna edebê dînê êzdiyan û dîroka edebê Kurdî ne ber bi çav e

Avesta Yayınları
Xanna Omerxali tarafından kaleme alınan Analiza Qewlen Ezdıyan Avesta Yayınları eseri olarak okurlarla buluşuyor Analiza Qewlen Ezdıyan Xanna Omerxali Kitap Özeti Kiteba Xenna Omerxali u Kovan Xanki Analiza Qewlen Ezdıyan di nav weşanen Avesta de derket Ev kiteb di derbare pirsa giriftar a metoda analizkirina teksten dini yen ezdiyatiye de ye Ji bo baştir nişankirina niqaşe şiroveyeke Qewle Omer Xala u Hesin Çineri te bikaranin Pirani daneyen kitebe ji lekolinen qadi yen bi ezdiyen li Ermenistan Iraq u Almanyaye hatine kirin ten u ev ji yekem peşkeşiya zanisti ya encaman e Hemu daneren xebate temsilkare ruhaniye ezdıyan in ku piraniya wan ji kasta Piran ten u ew ji ji mala Omerxaliyan e ku maltaben ve male agahiyen bingehin derdide ji bo şirovekirina nivisaren dini yen ezdiyatiye Kiteb zedetir ji bo rojhilatnasan zanayen lekolinen oli ezdinasan u ji bo gelek xwedavanen ku meraqeke wan heye li ser lekolinen kurdi u lekolinen oli yen hevçerx Yayınevi Avesta Yayınları Yazar Xanna Omerxali Sayfa 190 Sayfa Kağıt 2 Hamur Boyut 13 00x19 50 cm Basım Yılı 2009 Barkod 9789944382939 Kategori Kürt Edebiyatı