Antolojiya Dengbêjan Cild 1 Dengbêlên Rojhilat
Peywend
Dengbêjî û stranbêjî hunerên herî kevn in Bi taybetî dengbêjî kevneşopiyeke gellekî girîng ji bo çanda kurdî ye û ji hunera xwendina kilamên gelêrî yên Kurda re tê gotin Dengbêjî şêwazek ji gotina stran û awazên kurdî ye û stran û awaz jî hêmanek ji wêjeya devkî ne Dîroka wêjeya devkî ji ya nivîskî pir kevintir e Her wisa di wêjeya Kurdan da dengbêjî û stranbêjî hem ji bo wêjeya devkî û hem jî ji bo wêjeya nivîskî xwedî roleke pir mezin e Di dîroka Kurdan da çanda dengbejiyê li ser xîmên wêjeya devkî ye Bi saya dengbêjan çanda Kurdan gihiştiye me û nifşên îro Ji bo gelê me dengbêjî dilbêjî û derdbêjî ye Dengbêjî evîndariyeke agirîn e ketiye dilê Mem û Zînê Siyabend û Xecê her wisa Edûl û Derwêşê Evdî Derdbêjî dîrok e ziman e evîn e çand e folklor e û serpêhatiya Kurda ye Dengbêjî neynûkek e ji bo nîşan dayîna çawaniya jiyana Kurdan ji dewrên berê heya roja îro Dengbêj bi êş û nexweşiyên gelê xwe re rûbirû ye Ji ber wê jî di dengê wan de heta çaxê ku stranên şad jî dibêjin xemeke giran tê hîskirin Stranên ku ew dibêjin xezîneyek ji peyvên zimanê kurdî yên resen in