Antolojiya Eqîdenameyen Kurdî
Peywend
Armanca yekem ya vê xebatê rakirina perdeya jibîrkînê li ser hinek gencîneyên nepenî ne Navê yek ji van gencîneyan Eqîdenameyên Kurdî ne Hetanî îro piraniya Eqîdenameyên Kurdî bi tîpên latînî nehatine çapkirin û bi qasî ku em dizanin lêkolînên akademîk yên berfireh jî li ser wan nehatine kirin Ji ber vê yekê em bawer in ku ev xebat wê bibe sedema dagirtina valahiyeke kûr Ji ber ku piraniya Kurdên Tirkiyê bi tîpên Kurdî Erebî nizanin û ji ber vê ji xwendina berhemên Kurdî yên ku bi elfabeya Kurdî Erebî hatine nivîsîn mehrûm mane Me xwest em van berhemên giranbiha raxînin berçavên peywendîdaran Lewra piraniya eqîdenameyên ku me latinîze kirin û dibinê serbana Antolojiya Eqîde nameyên Kurdî de kom kirin hema em dikarin bibêjin bi tevahî bi tîpên Erebî bûn Ji ber vê yekê piraniya van eqîdenameyan bes ji alîyê endamên medreseyan ve hatine zanîn û xwendin Me xwest bi vê xebatê van berhemên sernûxûmandî û giranbiha bi xwendevanan re bînin cem hev û çarçoveya xwendekarên wan berfireh bikin Her wiha piraniya van eqîdenameyên hêja destxet in û nehatine çapkirin Haya gelek kesan ji hebûna wan jî nebû Em hêvîdar in ku Antoloji ya Eqîdenameyên Kurdî bibe xweder û çavkanî ji bo lêkolîner û xwendevanên çand û edebiyata Kurdî