AŞDAD Kovara Semehane Ya Hiquqe Hejmar 1 Bihar 2021
J&J Aşdad Dergisi Yayınları
Ji Edîtor Xwendevanên hêja Piştî xebat û lêkolîneke dûr û dirêj digel hewldanên bêwestan di qada hiqûqê da kovareke nipî nû û hêja dertê pêşberî we Çima AŞDAD û AŞDAD çi ye Aşdad Di mîtolojî û baweriya vî welatê qedîm da navê xwedawenda edalet û hiqûqê ye Aşdad Di dîroka kevnar a vê herêma qedîm da navê kesayeta ku hêza xwe ji edaletêwerdigire ye Aşdad Di tekoşîna parêzeriya mafên bingehîn ên vî gelî da navê hêza xwejixweafirandinê ye Aşdad Kovara Sêmehane ya Hiqûqê ye Aşdad Ji her kesên ku bixwazin bi bîr û baweriya xwe ya kurdewariyê mafên xwe li her deverê û di her mercî da biparêzin derê xwe heta dawiyê vekiriye Aşdad Di qada xwe de bi zimanê Kurdî Kurmancî nimûneya yekemîn e û dixwaze bi hêz û piştgiriya we temenê xwe her dirêj bike û bi we ra be Aşdad Bi hejmara xwe ya yekemîn li hemû kurdîhez û mafparêz û dildarên bîreweriya mafdariya vî gelî pîroz be Aşdad Li me tevan pîroz be