Asıngerê Kor
Peywend
Çi caran bi xeribiyê ne lorîne Jiber ku jiyan bi xwe xerîbî ye Ma kengî te xwe nas kîrîye Vêcar xembar nebe Çûnkî dê xerîb di şopên xwe da vegerî Wan hevokan ez bi xwe ra birim û mijûl kirim ji nû geham bawerê ku yadewerîyên zarokatiyê heta mirinê ji bîra mirovî naçin Ew bajêr ketîbû di xewek kûr da bê deng bû şev daketibû nivaduwê gelek kêm ronahiya çiraxan di penceran ra dihat diyar kirin piraniya avahiyan weke xêwên reş xuya dikirin çi tişt di wan cadeyan da ne dihatin dîtin tenê hinek caran kitikek yan jî tûleyek bînanî pêlek reş dibûrî û di goşeyên wan kolanan da winda dibû Gaziyên hinek pepûkan ji dûr ji aliyê xorhelatê ve têper dibûn û ez ji ser ta pêyan vedilerizandim Li ber derê mala xwe rawestiyam pêlek sar weke ava berfê qerisandim ji ser ta pêyan velerizîm dilî zenga tirsê lê xist û bê deng jenî Min destek xwe dirêj kir dergêh ku bikutim lê destê xwe paşda vekişand û di naxê xwe da bi xwe ra peyivîm Ma çima ez dê Yasemînê yan dayika xwe ya belengaz ji xew hişiyar bikim Li vê nîvşevê ne ku bitirsin hema baştir e xwe di ser dîwêr ra bihavêjim di hewşê da û hêdi biçim di mal da