Avesta Nivisen Oli Yen Ariyan En Heri Kevnar
Kolektif
Avesta Yayınları
Avesta kitêba Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya olî ye ku li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek neskan beşan pêk hatiye ku bi derbasbûna demê re û ji ber sedemên cuda gelek beşên wê winda bûne û niha tenê ji şeş beşên bi navên Gehan Yesne Yeşt Vendîdad Vîspired û Kurte Avestayê pêk tê ku ji her yekê re defterek tê gotin Peyva Avesta yê ku di berhemê bi xwe de derbas nebûye ji pêşgira navdêrsaz a A û lêkera Vîste bi wateya naskirin zanîn peydakirin û peydabûnê ku li gel peyva Veda Vîd pirtûka hindiyan a olî hevreh e pêk tê Bi giştî Avesta weke agahîname yan zanînname tê zanîn Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe ber çavan Xebatên ku berî vê berhemê bi farisî û kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin lê di vê xebatê de hemû beş şeş defter bi hev re hatine û her wiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta Zerdeşt taybetmendî û mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bara mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li bara peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivîsandin