Axnasi
İBV İsmail Beşikci Vakfı Yayınları
Sala 2011 piştî malnişînbûna min ji Zanîngeha University Mustafa Kemal Tirkiye ez çûme Koreya Başûr Bi deman ra ez pêgihîştim ku elfabeta Korekî Han gil an jî Hangûl di sala 1443an da di dewra Xanedanên Coson Joseon da pêk hatiye Eva eşkere ye ku Han gil zimanekî bi rêkûpêk û ilmî ye Ji xeynî vê pêşvaçûyîna Koreya Başûr merivan metel dihêle Rûmetbilindiya wan dikare bibe deriyê hêzdarî û hêvîdariyê ji bo gelek gelên din ku dixwazin pêşda herin Yeqîniya min sînerjiya ji ber jêhatîbûna Koreyan û rê û dirba ji perweriya nûger ku elfabeta zimanê Koreyî diemilîne derdikeve hîmê pêşketina Koreya Başûr pêk tîne Ya rast ji bo nivîsandina vê pirtûka derbarê zanyariya axê bi zimanê Kurdî zanyariya Korekî û Han gil îlham dane min ancax çi heyf e min dît seh kir ku di Kurdî da tengasiya min heye Digel vî qasî liberketina tiştekî kirî ji liberketina tiştê nekirî çêtir e Ez hêvî dikim ku ev pirtûka ji îro pê da û ji dema bê ra bibe arîkar ji neslên ku bixwazin ji hêla zanyarî va bi zimanê Kurdî ra mijûl bibin Dîsa ez hêvî dikim ku zanyarên ciwan karên hêja bikin û berhemên pir qenc çêbikin