Bahoza Hestên Bedew
Belki Yayınları
Te her tişt li pey xwe hişt Te mêbûna xwe ji bîr kir veşart kuşt Ne berdilkek rû û gerdena te dixemilîne ne bêhneke xweş a parfumê ji te difûre Te dilê xwe guherand kir pola Te vîna şerî di nav xwe de kuta ne cilên spehî û spî yan gulgulî li te hatin kirin ne jî bişirîna dergûşê di paşilê de te dilşad dike Ruhê te awaza baranên zivistanî dilîze te xwe amade kir tu ketî li ser riya mirinê ya şewatê