Bajarê Mosîqarên Spî — Bextiyar Eli

Bajarê Mosîqarên Spî
Bextiyar EliAvesta Yayınları
Bajarê Mosîqarên Spî
Bextiyar EliSal 1998 Elî Şerefyarê nivîskarê naskirî yê Kurdistanê li balafirgeheke Amsterdamê rastî kesekî bi cilûbergên spî tê ku zerfeke bi nota û CDyên mosîqayan dide wî da ku li Kurdistanê radestî navnîşanekê bike Li wê navnîşanê jê tê xwestin ku hikayeta Celadetê Kotirê mosîqarê zîrek lê bedbext binivîse Hikayeta ku paşê dibe romanek û navê wê dibe Bajarê Mosîqarên Spî bi çavê nivîskarê xwe û karakterê xwe tê vegêran Bajarê Mosîqarên Spî ya ku bi şêwazeke bançîrokî hatiye nivîsîn û tê de hêmanên postmoderniyê xuya dibin berê me dide serdema nêzîk a mişt karesat li Başûrê Kurdistanê ji salên 60î heta salên 90î nexasim salên di bin zext û desthilata Sedam Husên û Beesê de û ev bajarê mosîqaran di serdemeke wisa de tekane bajarê hemû bedewiyên ebedî ye ku xwe parastiye Di vê romanê de sînorên rastî û xeyalê xumam dibin bajar û dinyayine din hene ku sînorên bedewî kirêtî û başî xirabiyê tê de ji hev vediqetin û karakterên wê her yek ji efsûnekê dipekin efsûneke din Mosîqarê ku balinde pê re difirin efserê ku bêhna porteqalan jê tê doktorê ku xerîkî muzexaneya xwe ya nihênî ye di bin erdê de da ku hemû tablo û peykerên bedew ên dinyayê lê bicivîne sozaniya ku perperok li dora wê digerin Bajarê Mosîqarên Spî romanek e di awaza mosîqayeke hiznî hiznî de tabloyek e di dirûvê rengekî spî spî de Bajarê Mosîqarên Spî û şêniyên wê di demeke ku civak ji wan bêpar e hesreta xweşikbûnê rastiyê resentiyê evînê û edaletê sembolîze dikin Haşim Ahmedzade Bajarê Mosîqarên Spî vê çavdêriyê tekez dike ku Bextiyar Elî dîmeneke neadetî ya nivîskariyê nîşan dide di edebiyata hevçerx de ku ti bazareke edebiyatê nekariye kuj koşe û dînîtiyên vegêrana wî bixe qalibekî Stefan Weidner

Avesta Yayınları
Sal 1998 Elî Şerefyarê nivîskarê naskirî yê Kurdistanê li balafirgeheke Amsterdamê rastî kesekî bi cilûbergên spî tê ku zerfeke bi nota û CDyên mosîqayan dide wî da ku li Kurdistanê radestî navnîşanekê bike Li wê navnîşanê jê tê xwestin ku hikayeta Celadetê Kotirê mosîqarê zîrek lê bedbext binivîse Hikayeta ku paşê dibe romanek û navê wê dibe Bajarê Mosîqarên Spî bi çavê nivîskarê xwe û karakterê xwe tê vegêran Bajarê Mosîqarên Spî ya ku bi şêwazeke bançîrokî hatiye nivîsîn û tê de hêmanên postmoderniyê xuya dibin berê me dide serdema nêzîk a mişt karesat li Başûrê Kurdistanê ji salên 60î heta salên 90î nexasim salên di bin zext û desthilata Sedam Husên û Beesê de û ev bajarê mosîqaran di serdemeke wisa de tekane bajarê hemû bedewiyên ebedî ye ku xwe parastiye Di vê romanê de sînorên rastî û xeyalê xumam dibin bajar û dinyayine din hene ku sînorên bedewî kirêtî û başî xirabiyê tê de ji hev vediqetin û karakterên wê her yek ji efsûnekê dipekin efsûneke din Mosîqarê ku balinde pê re difirin efserê ku bêhna porteqalan jê tê doktorê ku xerîkî muzexaneya xwe ya nihênî ye di bin erdê de da ku hemû tablo û peykerên bedew ên dinyayê lê bicivîne sozaniya ku perperok li dora wê digerin Bajarê Mosîqarên Spî romanek e di awaza mosîqayeke hiznî hiznî de tabloyek e di dirûvê rengekî spî spî de Bajarê Mosîqarên Spî û şêniyên wê di demeke ku civak ji wan bêpar e hesreta xweşikbûnê rastiyê resentiyê evînê û edaletê sembolîze dikin Haşim Ahmedzade Bajarê Mosîqarên Spî vê çavdêriyê tekez dike ku Bextiyar Elî dîmeneke neadetî ya nivîskariyê nîşan dide di edebiyata hevçerx de ku ti bazareke edebiyatê nekariye kuj koşe û dînîtiyên vegêrana wî bixe qalibekî Stefan Weidner