Baküre Helbeste Antolojıya Helbesta Bakür Kürtçe
Evrensel Basım Yayın
Peyv peyva kurdî wekî duhî îro jî xof û sawê dixe dilê qedexekarên ku ji sedê salan û vir ve de bi qewmekî re zimanek kirin mijara heyîn û neyînê Di berhema li ber destê we de şair û nivîskar Arjen Arî berî ku xwendevanê helbestê derbasî dîwanxaneya helbestkarên di Antolojiyê de bike wisa dibêje Jixwe ji roja roj ji wextê nesalixdayî ve peyv hebû û peyv digel hemû astengiyên heyî û hêçandî sînorên stûr zaraveyên ji hev dûr elfabeyên cur be cur dîsa jî gund bi gund navçe bi navçe herêm bi herêm geriya Ji vê dagirkerên xak dabeşker û qewm û çand wendaker bi qasî serhildêrî û berxwedêriya mirov ew evçend ji dilêrî û serhildêriya peyvê jî bizdiyan û paşê bi destê dildarê peyva kurdî digire wî li tevî xwe derdixe geryaneke ku rêwîtî ji serdema biservebûna hêza peyvê destpê dike Rêwitîya ku rêwî carinan li peyvxaneya Biraboz carinan li dîwanxaneya Ehmedê Xanî radiwestin û dibin mêvan piştî bîhnvedanekê dikevin ser riyê sînoran derbas dikin tên serdana xewletgeha Cegerxwîn Osman Sebrî Reşîdê Kurd Lê ew di vegerê de nikarin riya xwe ji ser peyveavahîya şairên beriya salên 80 êyî Gurdilî Rojen Barnas Malmîsanij Mem Ronga Berken Bereh Sabah Kara û Arjen Arî dagerînin Li erdnîgariya bi kohistan û firewan a ku peyva kurdî lê belav e nivîskarê berhemê xwendevan bi sînoran sînorên ku îro jî dixwazin peyvê asteng bikin dihesîne Berhema ku ji du beşan Bakûrê Helbestê û Antolojiya Helbesta Bakûr pêktê yekemin berhem e ku bi giştî Helbesta Bakûr bi taybetî helbestkarên li Bakûr ji xwe re dike sînor img src https s3 eu west 1 amazonaws com dia kitadagitim ckeditor_assets pictures 53 content_1_original_original jpg alt height 15 width 15 font size 1 color white font img