Baye Evina Ronyaye
J&J Yayınları
Dibêjin ba û evîn xuşk û birayên herî qedîm in Wekî hespê Rewhan her du jî carna kubar û nazîk in lê carna jî serhildêr Roj tê dibin xeweke şîrin roj tê dibin bahoz û pêlên deryayan radikin li ser piyan Lê dema yek bibe mêvan ji yê din re dimîne êş û kelam Lewre dema saeta demsalê dibe Îlon ji şûna pelên ku dikevin şopên hesretê xuya dikin Û çîroka ba û evînê destpê dike Bayê Evîna Ronyayê jî di vî warî de xwendevanên xwe derdixe rêwitiyekê û di dilên wan de şopên jiyanê dihonîne Di her rêzikê de di her çarikê xwe de lêgerînekê derdixe holê Carna dibe dilsoziya Derwêş û Edûle derdikeve li pêşberî me Carna dibe tovên jiyanê di tûrikê evdalê bê zar û bê ziman Û carna jî li deşt û zozanên welatê xeribiyê ji tenêbûna me re dibe rêheval Her helbestên vê pirtûkê di bêdengiya zimanekî de di duaya dayikekî de di çîroka çiyayan de û di kenên zarokekî de wateya xwe peyda dike Keskîn BAYINDIR