MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Bedlîs Erdnîgarîya Kurdistanê 3 — Abdurrahman Önen

Bedlîs Erdnîgarîya Kurdistanê 3
400,00
Sosyolojik AraştırmalarCoğrafya Tarihi

Bedlîs Erdnîgarîya Kurdistanê 3

Abdurrahman Önen

İBV İsmail Beşikci Vakfı Yayınları

2025144 sf.
Şehadet KitapEn ucuz

Bedlîs Erdnîgarîya Kurdistanê 3

Abdurrahman Önen

Pirtûka Abdurrahman Önen ya bi navê Erdnîgarîya Kurdistanê V Çewlîk ji Weşanxaneya Weqfa İsmail Beşikci der çû Pirtûk berdewama rêzeya pirtûkên bi navê Erdnîgarîya Kurdistanê ye Berî vê pirtûka erdnîgariya Çewlîkê pirtûkên der barê ernîgariya bajarên Agirî Wan Bedlîs û Mûşê de jî hatibûn weşandin Erdnîgariya Kurdistanê ku bi xweşikahiya siruşta xwe û dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd tê zanîn heta niha ji hêla Kurdan ve bi qasî ku heq dike nebûye mijara xebatên lêkolînî û danasînî Abdurrahman Önen ku bi armanca jiholêrakirina vê kêmasiyê dest bi xebata erdnîgariya Kurdistanê kiribû digel xebatên xwe yên teorik bi salan gund bi gund bajar bi bajar li Kurdistanê geriyabû û der barê erdnîgariya wê de agahiyên gelek hêja berhev kiribû Heta niha ji berhemên Önen yên derbarê Agirî Wan Bedlîs û Mûşê de hatibûn weşandin niha jî berhema derbarê Ernîgariya Çewlîkê de ji hêla Weqfa İsmail Beşikci ve hate weşandin Di vê berhema bi navê Erdnîgarîya Kurdistanê V Çewlîk de ev agahî hene Navên mezre gund û navçeyên Çewlîkê yên Kurdî û Tirkî navên çem gol çiya deşt zozan û hwd yên Çewlikê û hejmara nifûsê ya muhîmtir jî nexşeyên fizîkî yên ernîgariya Çewlîkê di vê xebatê de jî hatine dayîn Pirtûka ku bi dehan wêneyên sirûşta xweşik a Çewlîkê tê de cih digirin wek pirtûkên rêzeyê yên berê rengîn û bi cildek taybet hatiye çapkirin Weke encam xebata mamoste Önen bi qasî naveroka xwe bi çîroka li dû xwe jî gelek muhîm e Rêzdar Önen bi xeyala ku zarokên Kurdan bi zimanê xwe dersa erdnîgariyê bixwînin dest bi vî karî kiribû Heta niha Agirî Wan Bedlîs Mûş niha jî Çewlîg hat çap kirin Dêrsim Mêrdîn û Amed jî wê di demen pêş de werin çap kirin Mixabin xebata der barê bajarên Kurdan ên din de nebû nesîb û mamosteyê hêja di Tebaxa 2021ê de ji nav me koç kir Abdurrahman Önen kî ye Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye Di 24 02 1956an de hatîye dinê Dibistana seretayî û navendî li Dêrikê ya amadeyî lîse li Mêrdînê zanîngeh li Stenbolê xwendîye Di payîza sala 1980yî de li Midyadê dest bi mamostetîya erdnîgarîyê kirîye Piştî deh mehan ji ber hin sedemên sîyasî dev ji mamostetîyê berdaye Di sala 1984an de cardin li mamostetîyê vegerîyaye Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn teqawid bûye Çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye Di di sala 2008an de pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatîye weşandin Ji sala 2013an heta sala 2019 an gera xwe ya li Kurdistanê domandîye û li ser erdnîgarîya Kurdistanê lêkolîneke dorfireh kiriye Di encama vê lêkolînê de li ser erdnîgarîya heşt bajarên Kurdistanê pirtûk amade kirine Pirtûkên li ser erdnîgarîya Agirî Wan Mûş û Bedlîsê çap bûne Niha jî pirtûka li ser erdnîgarîya Çewlîkê li ber destê we ye Pirtûkên der heqê bajarên Dêrsim Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne Abdurrahman Önen di Tebaxa 2021ê de ji ber nexweşîya pençeşêrê jîyana xwe ji dest da

Şehadet Kitap
450,00

İBV Yayınları

2023182 sf.
Şehadet Kitap

Erdnîgarî mijar û dîsîplîneke zanistî ya gelek berfireh û xwedî gelek şaxên cur bi cur e Şiklên erdê çem çiya deşt û hwd av û hewa îklîm tevgerên volkanî erdhej aborî çandinî bazirganî endustrî û hwd dewlemendiyên sererd û binerd ji hin beşên wê ne Lê di vê xebatê de mijarên sereke nav û belavbûna şiklên erdê û navê mezre gund navçe û wilayetan parêzgeh e Ev nayê wê wateyê ku mijarên din qet nehatine lêkolînkirin û nivîsîn bi qasî îmkan û derfetan gelek mijarên din jî di nav xebatê de hene Di vê xebata erdnîgarîya Bedlîsê de ev hene 1 Navê mezre gund û navçeyên Bedlîsê yê Tirkî û Kurdî 2 Çem gol çîya deşt zozan û hwd yên Bedlîsê 3 Nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Bedlîsê 4 Wêneyên erdnîgarîya Bedlîsê Di arşîva min de li dor 4 hezar wêneyên Bedlîsê hene min ji van wêneyan li dor 160 heban di vir de parve kirin Min li ser wêneyên ku min kişandine navê xwe nenivîsand lê çend wêneyên ku ne yên min in min navê wênekêşan nivîsand