Bêjan
Dara Yayınları
Bêjanê bi pêxîra Çavnûtik girt û serê xwe nêzî serê wî kir û wek ku bi ser rûyê wî de verişe hevokên xwe li dû hevdu rêz kirin Ji ber ku tu bavê min î ez ji xwe fedî dikim Ji ber ku bêşerefekî wek te bavê min e ez ji xwe nefret dikim Tu wek fîzîkî bavê min bî jî ez ê tu carî nebim qîza te Ez ê her tim qîza dayika xwe Çilkezîyê bim Ez ê şepala dêya xwe bim Û heke min ev heyf ji te nestenda wê her tim xewên şevan li min biherimîyana Min ê bi rehetî can nedaya Min ê xwe efû nekira