Bejenasiya Zmane Kurdi Ya Diroki
Na Yayınları / Weşanen Na
Eva pirtûka Lêkolîna bêjenasiyî ango etîmolojîk ya îndocermenîst û îndoîranolog Beyhanî Şahîn ligorî metodên zimannasiyî yên akademîk peyv bi peyv deng bi deng dîroka zmanê kurdî zelal dike Ji kurdiya nuh dest pê dike û gav bi gav heta zimanê îndo ewrupî yê bingehîn paşta diçe Pêşta zimanên kurdî paşê kurdiya navîn zimanên îraniya navîn partî pehlevî sogdî khotansakî xwarezmî kurdiya kevin zimanên îraniya kevin mediya kevin avestiya ciwan û kevin farsiya kevin proto kurdî proto îranî sanskrîtî vedî proto hîndî proto arî û proto îndo ewrupî yek bi yek di ber çavan ra derbaz dike her weha zimanên din yên îndo ewrupî yonaniya kevin latînî zmanên cermenî zimanên slavî zimanên keltî zimanên enetoliya kevin û toxarî Di vê xebata akademîk da çîroka fonolojî û semantîka zmanê kurdî esas hatiye girtin Deng û peyvên zmanên kurdî heta destpêka çêbûna xwa ya berî pênc hezar salan yek bi yek heta atomên xwa yên herî piçuk hatine vegotin Bi saya vê lêkolînê li hêlekê derfeta ku meriv bikare zmanên kurdî li ser bingehên xwa yên dîrokî bi xurtî ava bike derdikeve û li hêleke din jî şaşiyên ku bêhemdî di zmanên kurdî da çêbûne û çêdibin zelal dike Ev cîlda yekem e