Bendar Kehaneta Sêmenda
Mori Yayınları - Kürtçe
Romana BENDAR ji 15 beşan pêk tê Roman li ser tevneke Fantastîk hatiye avakirin Roman bi beşa Mala Bêban dest pê dike bi Kehaneta Sêmenda didome û bi beşa Kesk û Sor û Zer bi dawî dibe Di romanê de gelek raz û sembolên kurdewar bi cî bûne Di vê romanê de pirtûk bi lehengên xwe re dipeyivin Di beşa Korê Nekor de ji devê leheng gotinên Felsefîk tên vegotin Herkes paş de mabû Zilamê ku bi tena serê xwe mabû bi lez û bez ket hundirê mala bêban Bêhna wî çikyayî û dilê wî mîna ku li sîngê wî bixe hildiavêt Di nava gelek tiştên ecêb de derbas bûbû bi rewşeke westiyayî tenê daxwazeke wî hebû ku ew jî derketina derve bû Pêşî li dora xwe nihêrî û bi baldarî meşiya Piştî qasekê odeyeke piçûk î balkêş derketibû hember w