Bendname
Peywend
Bendname di warê edebiyata kurdî de dilxwazê nîqaşekê ye Carna vê yekê bi mijarên girîft carna jî bi yên ku zêde nehatine rojevê pêk tîne û bang li xwendevanên xwe dike ku tevlî vê nîqaşê bibin Berhem kêşeyên bingehîn ên rexneya edebî ya îroyîn wek mêtinkarî û edebiyata netewî ezmûna modernîteya derî Awrûpî û têkiliya edebiyatê pêywendiya navbera nivîskar û îqtidarê barên kolektîf ên nivîskarê kurd di bin vî barî de carna zeîfbûna estetîkê mezaxtina edebî û şertên piyaseyê ji bo nîqaşa îmkan û kelemên edebiyata kurdî bi kar tîne Lewma analîzên tê de bi qasî zanista metnê û rêbazeke guncaw di xwe de wan şert û mercên civakî siyasî û dîrokî yên ku rengek dane metnê jî dihewînin Ev yek jî rê li pêşiya rexneyeke pirhêl a înterdisîplîner vedike Dema li ser ruhê edebiyatekê difikire û dixwaze çend kelaman bike cardin tîne bîra me ku di nav şertên heyî de avakirina edebiyateke resen û astbilind çi qas ciddiyetek û karkeriyeke giran dixwaze Lê qedrê wê yê ku ber bi çêbûna metneke sereke ve diçe dê bibe rêberek jî ji bo nifşekî ciwan ê ku îro di warê ziman û edebiyata kurdî de perwerde dibe