Beranê Çargurçik
Belki Yayınları
Te her dera min sor kiriye yadê Ez ji vî lûfikê zer nefret dikim û ji şeva yekşemê jî heta ji kartolan jî û ji mektebê jî Xwezî her tim havîn bûya qet ji çolê nedihatim malê û min ê her tim xwe di çêm de bişûşta Wele heft çem jî te helal nakin gemarokoo Nizanim bê tu li kê çûyî Wele tu kes di ziryeta me de wek te qirêjî tune ye Erê ez zanim yadê ku di serşokê de tu xwîna min jî vexwî dilê te li min rehet nabe Hişş be zimandirêj Xirt xirt xirt xirt xirt Axx ûyy axx ûxx axx ûyy