Berbiska Zer — Ömer Dilsöz

Berbiska Zer
Ömer DilsözPEYWEND
Berbiska Zer
Ömer DilsözKa raweste Sînem tu wisa bi lez û bez wek berikê birûskê diçî ku Zînê xwîçêgorî ka were were ez jî tam li yekê digeriyam tu zanî dîsa min eynî xewn dît şevê dî jî Sînem tu ji qesta hin mezin dikî meseleyê li ber çavên xwe Na na got Sînemê destê xwe da guliyên xwe bi ser Zînê de vegeriya ji deriyê Kafeya Dadê ewa li devê darêzxaneyê ku hema her roj dihatinê re kete hundir bi çavên xwe maseyeke veder îşaret kir Zînê rûnişt Sînem jî li hemberî wê rûnişt çentika xwe ji milê xwe derxist danî ser maseyê berê xwe da berkar bi îşareta tiliyan du çay xwestin paşê dîsa li Zînê vegeriya kenekî sar li ser rû nişt û got Zînê ez zanim ji bo we ecêb tê normal e jî lê xewn ji bo min xwedan maneyekê ne ez bawer dikim mesajek tê de heye ê ka bêje em kengî diçin gundê te behs jê kirî

Avesta Yayınları
Berbiska Zer Kitap Açıklaması Berbiska Zer ji sê pencereyan pêk tê di ya ewil de serhatiya Sînema parêzer û hevalên wê heye Ya duyem Sînema piçûk û Berjenê berxvan û tiştên li dora wan diqewimin ji xwe re dike mijar û di pencereya sêyem de komeke kontra tê çiyayê Bestanê komek gerîlayên çavdêr li wê derê ne rageşiya navberê tê vegotin Ev kitêb bi kurtî hewl dide demeke tarî ya Kurdistanê bide ber ronahiyê û hewl dide paşperdeya bûyerên tarî ku tenê em ji nûçeyên êvarê bi fesla çend çirkeyan guh lê dibin xwestiye dest deyne ser Roman ji nûçeyekê dest pê dike û bi ser wê me dibe piştperdeya ku di nûçeyê de nayê gotin lê mimkûn e pêk hatibe Di vê romanê de mafê gotinê bo hemû aliyên bûyerê hemû aliyên şer û yên ku pişt re li ser bermahiyên şer hewl didin gunehên şer ronî bikin terxan dike û guhê xwe dide serpêhatî dubendî hatûçûyînên derûnî û ruhî yên her du aliyên şer ên kirde û lêqewmiyan