Berê Gotin Hebû
Avesta Yayınları
Di vê kitêba ku me bi minasebeta 40 saliya nivîskariya Firat Cewerî amade kiriye de hem wêneyekî rêwîtiya wî ya edebiyatê xwe dide der hem fikra wî ya li ser siyaset û edebiyatê rohnî dibe hem awayê wî yê nivîsandinê û hilbijartina lehengan eşkere dibe hem jî deriyê efsûnî yê cîhana edebiyatê vedibe Firat Cewerî toximekî saxlem e li ser erdekî saxlem şîn bûye bûye dar û ew dar berên şêrîn û pirhejmar girtiye Celîlê Celîl Girîngiya Firat Cewerî ne di wê de ye ku tenê dinivîse di wê yekê de ye ka ew çawan û çi dinivîse kengî û ji bo kê dinivîse Abdulla Peşêw Firat Cewerî bi gelek teknîkên berê ji edebiyata kurdî re nenas tê meydana hunera vegotina çîrokan Ferhad Pîrbal Firat Cewerî bi helwest sekn û berhemdariya xwe karî bibe wargehek ziman û çanda kurdî û platformeke wêjeyî saz bike Berken Bereh