MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Berfederya — Yusuf Karataş

Berfederya
94,80

Berfederya

Yusuf Karataş

Aram Yayınları

Temmuz 2024107 sf.
Ekin Kitap

Berfederya

Yusuf Karataş

Ez bi ku ve dimeşiyam min nizanibû Çawa dimeşiyam jî nizanim lê dimeşiyam Hiş û hestê min sekinî bûn Bi tenê ajoyên min ên bingehîn ên jiyanê ez didam meşandin Dilê min bûbû milyonek perçe Di nava xwe de ez diheliyam Di her gavê de bi hezaran hucreyên min dimirin Di her hilm standinê de ez dibûm ba û tevlî hewayê dibûm Ji kerba min dikir ez bimirim Lê qewêtiyên her du hevalan ez li ser linga dihiştim Pêwîst bû ez peywira xwe bi cih bînim Pêwîst bû partî ji van bûyeran agahdar bibe Pêwîst bû partî dizanibe çi bi serê hevalan hatiye Pêwîst bû heya partiyê ji çelengbûn û fedakariya hevalê Çiya hebûna Pêwîst bû partiyê girêdayîn û hezkirina hevala Roda zanibûya Li Kurdistanê di çil salên dawîn de ji ber têkoşîna gelê kurd a azadiyê di her warî de cudabûnên mezin hatin jiyandin Geh ji ber zext û zordariya dewletê bixwe geh jî ji ber pêkutiyên aliyên ku hevkariyê bi dewletê re dikin civakê zirareke mezin dît Ji aliyekî ve bîrbû na azadî û netewbûnê pêş ket ji aliyekî ve jî bûyerên bêtarîf rû dan Berfederya bi çîrok û bûyerên qewimîne şahidiyê ji vê demê re dike Têkoşînê civak çawa şiyar kir Bi çi zehmetî têkoşîn hate meşandin Endamên di nav têkoşînê de cih girtin rastî çi hatin Berfederya dixwaze bibe bersiva van pirsan Geh di Meşa Îmraliyê de dema hîn dibin ku dayîka Dilşa nemiriye mirov behneke hênik dikşîne geh jî di Berfederya de di encama xiyanetê de bi şehadeta heval Çiya hêrs dibe Berfederya dilopek ji behra jiyana me ye Nivîskar bûyerên di dem û cihên cuda de pêk hatine bi zimanê çîrokî radigihîne xwendevanan