Bergidana Xewne
J&J Yayınları
Xewneke penaber Jidayîkbûna xwe ya di nav têlên sînor de bi birîna xwe ya bê bîr pîroz dikim Ev jidayîkbûn têger bûye seranser bûye serwer bûye penaber bûye Axa zikmakiya min disincire lingên xakiyan dişewitîne Sînor sînga xwe ya xapînok vekiriye Kî tê bêedebî ji xwe derbas dike Yek tê rihana ku bi axînê avdaye li xeyda xwe hûnaye û derbas dibe Yek tê behreke ku hîn nedîtiye di binhişê xwe de şîn kiriye kesera xwe heyf nake da ku ji yên din re bike qayîk û kelek Yek tê di berîka xwe de kevirên heftokê yên ji dudilî û nakokiyê hildigire da ku pê bêyomiyê bitirsîne Yek tê stranên ku ji hilma nanê germ pêtane di buxçika bûkaniya xwe ya tarumar de hilgirtiye