Berxvan
Belki Yayınları
Tariyê erd hilçinand Bi şevereş Zom razabû Tenê qîzeke cahil nikarîbû raza xewa wê teqisî bû Ewê şingîna bayê zirav nedibihîst ku konê bavê wê nerm dihejand Qîza cahil tenê dengê dilê xwe yî bêsebr dibihîst Ew fesal ji nivîna xwe derket ber bi zinarê nêzîk ve çû Qerewilê cahil apinciyê reş li ser milan li hêviya wê bû Xwe bide ber sînga min kafirê em hevdu hemêz bikin qet xeber nedin heta sibê Vî cureyî ti kes pê nahese wî got Ax dinya çire ewqas teng e tenê wek ciyê mezelekî erd ketiye para me Na ciyê me teng nîn e sebra dilê min ev ciyê hana bo dilê min deşteke bêserobin e kewşen e çayîr çîman e Ew tev nikarin dilê min î har cîwar bikin nikarin dilê min zeft bikin tenê li vir dilê min tê rayê Ti kes me nabîne ti kes bi me nahese