Berxwedana Êla Xalta Û Mîrzıkê Zaza
Na Yayınları
Lêkolîna me di derheqê berxwedaneke eşîrên Kurdên Êzdî ya mîrgeha Xalta de ye Di wextê da mîrgeha Xalta di nav Kurdistanê da mîrgeheke Êzdiyan ya mezin û bi hêz bûye Xaltî federasyoneke eşîrên Êzdîyan ne heta niha jî eşîrên Qizilî Niqîbî Xendeqî Berekî Anqosî û hinekên din xwe wek Xaltî binav dikin Dema ez zarok bûm rûspiyên gundê me di odeya me da diciviyan çîrok digotin li ser gelek babetan diaxivîn digotin qebîla me ya Bela jî Xaltî ne Navê çend qebîleyên din jî didan ku di nav Êzdîyên Ermenistanê da hebûn navê wan bîra min da nemane Niha Xaltî wisa jî li der dorê Wêranşeherê li Şengalê û li Şêxan jî hene Ezdiyên Xaltî dibêjin ku peyva Xaltî navê eşîrê yan qebîlê nîne Xaltî navê war e cî ye Eger navê war e wisa ne navê herêma wan welatê wan Xalta bûye Lê li ku ye ew welat yan herêma bi navê Xaltî Di vê pirtûkê de 1 Berxwedana êla Xalta Mîrzikê Zaza 2 Mîrzikê Zaza 3 Komkujiya Dela 4 Ridiwan 5 Şerê Erenza Şêxan4 6 Nameya Mîrzikê Zaza ji Serleşkerê Rûs ra 7 Kuştina Mîrzikê Zaza û Dawiya Mîrgeha Xalta
Na Yayınları / Weşanen Na