Beybunen Yasemine
Doz Yayınları
Ferhadê Mihemed hostayê lihevanîn û vegêrana detayen e şibandin danberhevkirin îstîare mubalexa û gelek hêmanên din ên ciwankariyê çîrokên ji rêzê digihînin asta herî bilind Zimanê lokal yê wê herêmê bi reng deng aheng bêhn û nermiya xwe bi kar tîne û tam û çêjeke cuda di ber xwendinê re beşdarî heza me ya xwendinê dike Berken BerehÇîrokên Ferhadê Mihemed ne tenê bi peyvan lê bi hestan hatine hûrandin Di çîrokan de hilma xwîna wî li pozê mirov dixe û gupegupa dilê wî bi awayekî aşkere di nav peyv û hevokan de tê bihîstin Filozofê alman Friedrich Nietzsche di şahesera xwe ya bi navê Zerdeşt Wiha Peyvî de dibêje Ji her tiştê ku hatiye nivîsandin ez tenê ji wî hez dikim ku mirov bi xwîna xwe nivîsiye Bi xwînê binivîsî û tu yê bibînî ku xwîn ruh e Belkî ji ber vê yekê min ji xebata Ferhadê Mihemed hez kir Hevokan wî yên kurt lê têrbiwate rîtmeke wêjeyî ya xweser diafirînin ku xwîner dikişîne nav xwe Besam Mistefa