Bı Kurtayi Diroka Ezdıyen Ermenistane
J&J Yayınları
Di nav bera salên 1815 û 1830 î de bi dawîhatina desthilatdariya êla Kok Axa ve pareke êzdiyên Serhedê ji Çemê Erez û Ava Reş derbas dibin diçine Ermenistana îroyîn Piştî şerê rûs û farisan ê salên 1824 û1828 an xanedana Êrêvanê bi peymana aşîtiyê ya Turkmençayê dikeve bin hukmê Împeratoriya Rûsyayê Êzdî li pala çiyayê Elegezê herêma Aparanê ji xwe re gundan ava dikin Salên pey re herêmên Bazîdê û Qersê jî digihîjin Rûsyayê Sala 1828 an serokê êla Hesiniyann Hesen Axayê pêşîn li gel siwar û êla xwe derbasî aliyê rûsann dibe û Hesinî li herêma Surmeliyê xwe re gundan ava dikin