Bi Şev Merdin Sterik in
Avesta Yayınları
Bi roj Mêrdîn gerdeniyeke zêr e Li ber tava rojê arekî li ber bê ku çirûsk jê dipekin weke teyrê tawisekî spî ku perê xwe vekiribe û dabe tîna tavê ye Bi şev Mêrdîn stêrk in Riya kadizkê ye carinan Mêrdîn Rûyekî nepen e Bi şev Mêrdîn stêrk in Bi xaniyên kevirê spî û neqişandî dîmenên ji dilê dîrokê reviyayî bi bêhna xwe ya nepen bi rengê mirovên xwe yên esmer Mêrdîn bi şev esmer e Weke Labîrenta Pan kolanên wê yên teng bêhna lewanta qaqule kuncî şekirê behîvên Mêrdînê ye Mêrdîn Mêrdîn ciyê ku mirov li evînê diqewime li rastiyê diqelibe û di rastiyê de digewime ye Bi şev Mêrdin stêrk in Gerdeniyeke mircan bişirîneke şêrîn xewneke xweş ramûsaneke germ a qîzikeke file suryanî keldanî êzdî kurd an jî ereb e Mêrdîn Cumek benîştê Elkê di nava destmala xwişka min de qutiyek çaya Seylanê ya qaçax di paxila diya min de veşartiye ye Çend kîlo titûna Xursê çend kiruse pelên cixarê yên binya xetê di nava qumatka birakê min ê piçûk de veşartiye ye Mêrdîn