Bialik Tewrad û Edebiyata Neteweperweriyê
Avesta Yayınları
Ev kitêb bi dû jiyan û şiîra Hayim Nahman Bialik 1873 1934 dikeve di nav peywenda edebiyata neteweyî ya Ewropaya navbera Şoreşa Fransayê û Yekem Şerê Cîhanê û destnîşan dike bê çawa vejîna ibranî wek zimanekî axaftinê han daye û alîkariya afirandina çandeke ibranî ya modern a neteweyî kiriye Nivîskar bi paşxaneya Bialik a li Împaretoriya Çarîst dest pê dike û bêhêzbûna cihûyan îzeh dike di peywenda Ewropaya Rojhilat a dawiya sedsala nozdemîn de Her ku antî semitîzm xurt dibû Bialik li ser bingeha Kitêba Pîroz û nerîta xexaman bi şiîrên neo pêxemberane şiîrên evînê şiîrên ji bo zarokan û şiîrên gelêrî xitabî tatêlên cihûyan kir û di nav tevgera îbranî ya neteweyî de derket pêş Ev kitêb wergera gelek şiîrên temsilî yên Bialik jî pêşkêş dike Ligel vê çendîn şairên neteweyî yên Ewropayê jî tên nirxandin mîna ji Yewnanistanê Solomos ji Polendê Mickiewicz ji Ukreynê Şevçenko ji Sirbistanê Njegoš ji Meceristanê Petőfi û ji Ayrlendê Yeats Aberbach angaşt dike Bialik wek şairekî cihû yê neteweyî him di warê siyasî him di warê çandî de nikare bê famkirin bêyî cot peywenda neteweperweriya cihûyan a qedîm û neteweperweriya ewropî ya modern Ev kitêba ku bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin wê bala wan kesan bikşîne ku li ser neteweperweriya ewropî ya modern edebiyata ibranî dîroka cihûyan û antî semitîzmê dixebitin David Aberbach Profesorê Emeritus ê Ibranî û Xebatên Berawirdî ye li Zanîngeha McGill Montrealê û Mêvanê Şerefê ye li Înstîtuya Jîngehê ya Guherînê ya li Oxfordê Surviving Trauma Loss Literature and Psychoanalysis 1989 Charisma in Politics Religion and the Media 1996 National Poetry Empires and War 2016 û Nationalism War and Jewish Education 2018 hin ji kitêbên wî ne