Bıla Welat Sax Be
Kolektif
Avesta Yayınları
Di tarîxa nêzîk a kurdan de gelek mele û alimên ku li medreseyan perwerde dîtine di bizava kurdayetiyê de bi roleke girîng rabûne Mele Evdilkerîm Ceyhan jî di salên 1960 1970yî de bi ilm karîzma û kurdperweriya xwe bûye îdolek Hin kesan jê re gotiye meleyê komunîst hinan jî gotiye kurdçî Mele Evdilkerîm di ti şert û mercî de ji kurdbûna xwe bi paş ve gav navêtiye û ev gotina wî ya navdar wekî sembola welatperweriya wî ji nifşên din re maye Bila Welat sax be Di vê kitêbê de dost heval û hevriyên Mele Evdilkerîm Ceyhan behsa wî dikin Ev kitêba li ser Mele Evdilkerîm ne tenê nasandina şexsekî ye ji bo tarîxa nêzîk a tevgerên kurdperwer jî çavkaniyeke gelek muhîm e