Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê
Belki Yayınları
Ez û zaroktiya xwe êdî biqasî ku bibin xal û xwarziyên hev ji hev dûr û biyanî ne Bîranînên min ev çend bêxwedî ne ku wek li çolê strîzerkeke ku êdî qert bûbe û pez pozê xwe jê daliqînin û dewar mehdê xwe jê bixelînin Xayintiya herî mezin ew e ku mirov bi bîranînên xwe re xayin bikeve Mirovê herî xetere ew e ku xatirê bîranînên xwe nizanibe Ji wî mirovî dehbetir ti kes tune ye ku bê bîranîn mabe