Bireweriya Laş
Avesta Yayınları
Romana wê ez gêj kirim ez kêm caran li ber romanekê ji romanan gêj dibim Sedemê gêjbûna min jî ew e ku teksta min xwend dişibe min tu dibêjî weke min dîn e tevlihev e êrîker e hov e mirovhez e û dilbijok e her weha weke min li derveyî zagonê ye Eger kesekî ji min xwest ku ez vê romanê bi navê xwe îmze bikim ev romana awarte ya ku bi barana helbestê hatiye şûştin bê dudilî ez ê îmze bikim Gelo Ehlam Misteğanmî di romana xwe de ez dinivîsandim bêyî ku bizanibe Wê jî weke min bi ciwaniyeke bêsînor bi hêrseke bêsînor û bi dînbûneke bêsînor êrîşî kaxeza spî dikir Ev roman helbesteke li ser hemû pêlawazan hatiye nivîsandin pêlawaza hezkirinê pêlawaza cins pêlawaza îdeolojiya û şoreşa Cezaîrê bi hemû têkoşerên wê sextekarên wê lehengên wê qatil û celadên wê firişteyên wê û şeytanên wê pêxember û dizên wê Ev roman ne tenê bîreweriya laş hembêz dike lê dîroka êşa Cezaîrî xemgîniya Cezaîrî û berberîtiya Cezaîrî ya ku divê êdî bi dawî bibe Nîzar Qebbanî