Birgeha Me
Avesta Yayınları
Berî niha xewnên we şiyar mane Xewnên veşartî yên di van rêzikan de şiyar in Hewqas şiyar in ku karin we bikişînin nava rastiya xwe Sêhra pirtûkê ne tenê bi vegotinên xurt ên helbestî di heman demê de ji jêhatîbûneke lihevanîna gotinên kevnar û evînî pêk tê Me dibe rêwîtiyeke keşfê ji ber ku helbestvan pencereyekê hem li cîhana me ya hundurîn hem jî ji perspektîfa bêhempa ya xwe re vedike Cîhana ku te divexwînî dê te bikenîne tûrikê te tije bike bi pirsên ku wê kêlîkê ti nikarê bibersivînî dê di çavên te de mêvandariya hêstiran bike û carinan jî bike ku tu du caran bixwînî ji ber tiştên hatine nivîsandin ne hesan in ji hêla jinek kurd ve hatiye nivîsandin Fatma Savci ku di rêzikên xwe de hîsa aîdbûnê dide bi erênî û car caran şînî bi rêbazên delal hestên xwendevanên xwe li hev dixe Wan bi wextê sekinî ew saeta em lê bawer car din li hev tîne Em ne çol in dema me bi qumê nagere Zingila demjimêra me di Newrozan de lê da Min hay jê heye li kû sekinî wext ew saeta em lê bawer