MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Bırîn — Ahmede Hepo

Bırîn
170,00
Roman Günümüz

Bırîn

Ahmede Hepo

Peywend

2023120 sf.
Şehadet Kitap

Bırîn

Ahmede Hepo

li wir li welêt me dibihîst wekî li Sovêtê hemû tişt aza ye Keko ez serê te yî ezîz kim min ew kurdên li Yêvlaxê nava axa sipî da dîtine vir da min hemû derd kulê xwe ji bîr kiriye Min digot hetanî ez sax im du birînê min hene yek ê zû dereng bicebire yek ê min ra here tirbê Yek ew e wekî weten mîna keça kezî destê neyaran da ye Yek jî keko ez qurban wexta em çend pêşmerge daketine gundê me me dît agir bere gund dane me ji wî gundî her zarek xilaz kir Me zar hilda paş da vekişiyan zarokê dikire nalenal çavên xwe venedikir Ew li milê min bû Em gihîştine çiya îdî me go şukur me zar xilaz kir Lê Nişkê va me hew zanibû ew xwe da hat hineka qewat sihet dane wî Zarongê çavên xwe vekir li me gişka nihêrî vegerî dor berê xwe mêze kir û bi lewzekî şirîn got Apo avê bide min Bavo hineka gotin na avê nedinê hineka gotin hûn nabînin lêvê wî tî da qerçimîne tiştekî wî tune avê bidinê Me av dayê Ewî av vexwerinê şûnda got Ax çawa şirîn e ava weten Ev giliyên wî yên dawiyê min ra bûne derdê bêderman Naha halê wan kurdên hêsîr min ra bû derd kulê sisiyan Ev çito azayî ye Ahmedê Hepo ji devê Mele Mustefa Barzanî ku lehengekî vê romanê ye van gotinan neqil dike û trajedî û birîn a salên koçberiyê yên kurdên Qefqazê tîne ziman Roman ne tenê bi zimanê xwe yê edebî û dewlemend derdikeve pêş di heman demê de bi lehengên xwe yên dîrokî û çîrokî jî balkêş e Ji ber ku li aliyekî Mustefa Barzanî Erebê Şemo Rehîmê Qazî Stalîn Baxîrov li aliyê din Kelo Nado Rostem Rihan Seyran hene Birîn ji bo kurdên sirgûnbûyî yên dewra Stalîn belge romanek e