MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Biyanî — Albert Camus

Biyanî
195,00
DEĞİŞKEN KATEGORİ

Biyanî

Albert Camus

Avesta Yayınları

2012160 sf.çev. Fawaz Husên
Karton KapakKitap KağıdıKurdî (Kürtçe)
Yaykoop

Biyanî

Albert Camus

Kitêba Biyanî li dora fikir û ramana absurd û pelepûciyê çerx dibe Beşê pêşîn ji dîtinên felsefî yên Albert Camus pêk tê Lehengê romanê jiyanek bê mane bê wate dijî û di bajarê xwe de di mala xwe de bi diya xwe û bi dostika xwe re xerîb û biyanî ye Di wateya pêwendiyên bi derve re nagihîje û valahiyeke mezin di can û giyanê wî de peyda dibe Lehengê romanê dinyayê bê wate dibîne lê ji vê bêwatebûnê nareve li mirinê an li xwekuştinê nagere Hêviya tu bihuştê û tirsa tu xwedayî nêzîkî dilê wî nabe û heta roja dawîn ji temenê xwe ji wê pelepûçiyê hez dike û bê bawerî li bendî kêliya xwe ya dawîn dimîne Wergerek serkeftî Mînaka duyemîn a ji wergerek baş ji hêla Fawaz Husên ve ji Albert Camus Biyanî ye Biyanî romanek felsefîk e ziman zor e Bi salan berê bi tirkî xwendina mina Biyanî gelek bi zehmet bû ez baş tênegihîstibûm min jê hez nekiribû Niha Fawaz Husên bi kurdiyek gelek xweşik û herikbar ev berhem wergerandiye Kurdî Bi kêfxwesî di du rojan de min xwend û qedand û ji vê berhemê hez kir Ez dixwazim wergerek Fawaz Husên a din mînak bidim Ew jî klasîkek zarokan e ji nivîskarê fransî Antoine de Saint Exupèry Mirzayê Picûk e Ez panzdeh salî bûm min bi zimanî tirkî xwendibû û niha ez çi salî me bi kêf û ços wekî zarokek ciwanek lê bi zimanî xwe xwend Bi rastî bi qasî ku tê bîra min wergera tirkî û ya niha bi Kurdî min xwend da berhev a Kurdî hê serkeftiye Mîna ku di Biyanî ya Camus de ziman gelek delal û zelal diherike Ev her du berhemên werger ên ji hêla Fawaz Husên ve hatin wergerandin çima ji bo çi serketî ne Bi ya min Fawaz Husên a yekem hakimê berhemên ku wergerandine ye ji navaroka berhemê tevgeriye û wergerandiye A ya duyem di pirtûkan de jî hatiye eşkere kirin ku werger ji zimanî berheman a resen hatiye wergerandin Kazim Polat Diyarname 13 08 2012