MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Biyografiya Sîyonistekî Sosyalîst Berl Katznelson 1887 1944 — Berl Katznelson

Biyografiya Sîyonistekî Sosyalîst Berl Katznelson 1887 1944
376,30
Biyografi Otobiyografi

Biyografiya Sîyonistekî Sosyalîst Berl Katznelson 1887 1944

Berl Katznelson

Avesta Yayınları

2023434 sf.
Şehadet Kitap

Biyografiya Sîyonistekî Sosyalîst Berl Katznelson 1887 1944

Berl Katznelson

Berl Katznelson 1887 1944 yek ji damezrêner û aqilmendê siyonîzma sosyalîst avakarê saziyên civaka cihû ya li Filistînê ye ku paşê bûn bingeha dewleta Israîlê Edîtorê rojnameya Davarê 1925 ku heta sala 1996an weşana xwe domand û şikil da fikir û cîhanbîniya tevgera sosyalîst avakar û yekemîn edîtorê weşanxaneya Am Oved ku aniha jî yek ji mezintirîn weşanxaneyên li Israîlê ye endamekî çalak ê Kongreya Siyonîst a Cîhanê Berlê ku li bajarê Bobruiskê yê Ûrisyaya Spî hat dinyayê di xortaniya xwe de pêşî ket nav çendîn tevgerên sosyalîst şoreşger ên li Ûrisyayê Piştî têkçûna Şoreşa 1905an a li Ûrisyayê fikra siyonîzmê pê re xurt bû û di 1909an de koçî Filistînê kir Jiyana wî ya ji vê salê şûn de bi tevahî li Filistînê di xizmeta avakirina civakeke cihû ya xebatkar serbixwe wekhev û demokratîk de derbas bû Berxwedana avakar û bêşîdetî rêgezên wî yên sereke bûn di têkiliyên navbera tevgera siyonîst û ereban de û di têkiliyên navxweyî yên civaka cihû de Israra wî ya di serxwebûna întelektuelî de kir ku sosyalîzmê li gor şert û mercên Filistînê şîrove bike û rêbazên resen pêşkêş bike bo civaka cihû ya li Filistînê Kibbutzên ku yek ji avakarên wê ye 1910 û di geşbûna wan de xwedan roleke diyarker e yekemîn modela serketî ya tetbîqkirina rêgezên sosyalîst e bêyî xwîn bê rijandin û şîdet bê emilandin Modela kibbutzan yek ji stûnên civaka cihûyan a li Filistînê û dûre ya Israîlê dikaribû bibe model bo hemû civakên di nav lêgerîna jiyaneke nû wekhev û birûmet lê antîsemitîzma xurt û berbelav nehiştiye ev modela serketî bê dîtin û di dîroka tevgera sosyalîst a cîhanê de vê modelê elaqeya ku heq kiriye nedîtiye Ev biyografiya li ber destê we ku dikare wek mînakeke hostatiya biyografnûsiyê bê dîtin ruhê serdemekê tevî hemû nakokî tevlihevî û çeşîtdariya xwe pir baş zevt dike û li ber me radixe Ji Ûrisyaya dawiya sedsala 19mîn û ya destpêka sedsala 20mîn şoreşgeriya ûrisan bigre heta Aliyaha Duyem Şoreşa Cotmehê îdealîzma siyonîst sosyalîst çeşitdariya li nav civaka cihûyan bi xwe nîqaşên wan î mezin û têkoşîna ji bo desthilatdariya nav tevgera siyonîst û helbet herdu şerên cîhanê