Carek Ji Caran Çirçiroken Şevbuherkan
Dara Yayınları
Çîrçîrok dinyaya xeyalan rengûreng û dewlemend dike Zarok bi vegotin û xwendina çîrçîrokan peyvên nû hîn dibin bi zimanekî dewlemend dikarin bi rêk û pêk xwe îfade bikin Hêza raman û hestên xwe bi çîrçîrokan dimelînin û dikemilînin Hunera hizirkirina jiyana nedîtbar bi çîrçîrokan geş dikin Pêwîste ku hemû dê û bav ji zarokên xwe re çîrçîrokan vebêjin an jî bixwînin Bi vegotin û xwendina çîrçîrokan di navbera dê bav û zarokan de danûstandineke germ û bi dil û can çêdibe Di vê pirtûkê de 20 çîrçîrokên Kurdî hene Kêç û Mûrî Carekê cebarekê Xwedê û pêxember qerarekê Kûsî rabû ser serê darekê Erd hejiya dar leqiyan Kûsî ket her du çavên wî rijiyan Kûsî kete gelek gemiyan Li dinyayê geriya li behra reş wergeriya Mişk û mar li hev civiyan Hinekan go axiriya dewrê ye Hinekan jî go na ne axiriya ne dewrê ye Gurmegurma mîrkuta qîza kurê kerê ye