Çarşema Reş
Sitav Yayınevi
Ev berhevoka panzdeh çîrokên resen bi sê taybetmendiyên xwe ve derdikeve pêş Ji aliyê jineke kurd ve hatine nivîsandin nivîskar rewşenbîreke rojhilatî ye û çîrokên wê bi çavên jineke kurd a rewşenbîr hatine hûnandin Nimûne û moçikên berhemê ji jiyana rojane hatine hilçinandin û li ser tevna kurteçîrokê hatine raçandin di encamê de wêjeyeke civakî ya rexnegir di qalibê bûyeran de hatiye rokirin Bêguman ev çavdêra civakê ya ku îstiqameta herka avê dişopîne jineke cîhanbîn e û ji vê dîmenê pirî caran bi ser navê kesê sêyem îmze û mora xwe li binê nirxandinan datîne Çîrok hem êş û janên civakê vedibêjin hem jî başî û kêfxweşiyên heman jîngehê bi zimanekî rewan î mîna fîlmekê di ber çavan re kaş dikin û li pey xwe çêjeke rojhilatî ya xwezayî di bîr û hişê xwendevanî de dihêlin
Sitav yayınevi