MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Çaven Şevini — Çetîn lodî

Çaven Şevini
200,00
Yabancı Dilde Edebiyat Kitapları

Çaven Şevini

Çetîn lodî

Na Yayınları / Weşanen Na

202072 sf.
Şehadet Kitap

Çaven Şevini

Çetîn lodî

Ev sedan sal in welatê me di bin nîrê mêtinkariyê de dinal e Ji her tiştî bêhtir zilm û stemkariya li ser zimanê me kiriye ku gelek kes xwe jê dûr bikin Nebûna perwerdehiya bi kurdî û pêla bişavtinê derbek mezin li wêjeya kurdî jî xistiye Bikarneanîna zimanê kurdî ne tenê kir ku ziman qels bibe lê helbesta li ser hîmê xwe bejnavêtî jî wek dara bêpel û kulîlk çîptazî bimîne Helbest di nav beşên wêjeyê de ya herî resen û xweser e Lew helbest bi peyvan tê nivîsîn û em zanin ku her peyvek xwedî deng reng û wateyeke ferhengî ye helbestvan peyvê ji nû ve bi hêz û şiyan dike Vêca helbestvan ew kese yê hay ji efsun û raza peyvê heyî Helbest beriya her tiştî lihevkirina hest û hîsan e Jidilbûn û hogiriya dil e Helbestvan ku bi van pîvanan helbesta xwe dariştibe bêguman wê bikaribe dengê xwe ragihîne xwendevan Çetîn Lodî bi vê berhema xwe ya helbestan aha dide ser vê rêya qedîm ya bav û kal an Ew zane peyva ku bi paşxana xwe nikare temsilîyeta çand û kevneşopiya me bike bi kar naîne Lodî bi zimaneke henûn bi hest û hîsên kubar yê kurdekîgeh hêrs coş xemgînî û neçariya xwe vedibêje Bi peyvên bi teql ku dengbêjiya kurdî de bûne berdevkê mêrxasî û berxwedana tê koşeran bi kar tîn e Zimanê rewan sade û vegotina wî ya jidil dike ku xwendevan bi xwendina her helbestê têkeve nav pirs û mitalan Bê guman serkeftina helbestkarekî li ser van stûnan bilind dibe Çetîn Lodî zêde dûr naçe bûyer û qewimînin duh û îro pêkhatîne bi zimanek helbestî raberî me dike Ji ber vê jî dibêjim tahma nanê tenûrê bêhna kûlîlkên nû vebûyî jê difûre Çetîn Lodî bi her helbestek xwe bûye deng û giyanê vê xakê We tahir kûşt We qasid kûşt We sinç kûşt Ma we ji xwe û ji me re çi hişt