MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Cegerxwîn — Cegerxwîn

Cegerxwîn
3.375,00
Şiir

Cegerxwîn

Cegerxwîn

Lis Yayınevi

20181. baskı992873 sf.
Ciltli15.5x21 cm1.HamurKurdî / Kürtçe
Yaykoop

Cegerxwîn

Cegerxwîn

Meger ez Rustemê Kurd im firaqê ez nexweş kerdim Cegerxwîn im siyahçerd im di kunca xelwet im ya Reb Di mêjûya wêjeya Kurdî de Seydayê nemir Cegerxwînê Hesarî cihekî taybet û nêvnas digire û her dem wekî helbestkarê gel ê hem klasîk hem nûjenxwaz deng daye û cihê xwe di dil û hişê gelê xwe xweş kiriye Di vê veçapa nû ya berhemên helbestî yên Seyda Cegerxwîn de Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004 an ve barê weşandina şahberhemên Kurdîyê avêtiye ser milên xwe xwestiye ji nû ve li dîwanên Seyda vegere û bi hûrbînî û şarezayî çapeke hêja ya sererastkirî raberî hezkerên helbesta Kurdî bike Ev çapa li ber destên we berhema kedeke dûrûdirêj a pisporane ye Armanca sereke ya vê veçapkirinê ew e ku dîwanên Seyda Cegerxwîn bi rengekî nûjen û xweşamadekirî werin raberkirin Çapa Lîsê ji du bergên mezin ên bedew û dilrevîn pêk tê ku qutîyeke rengîn wan hembêz dike Cilda yekê bi serenavê Ronahî Li Pey Tarî ye û cilda duyem bi serenavê Ji Min Dil Bir Bi Carek e Lîsa ku her dem xwedî li pêşeng û nûjenxwazên wêjeya Kurmancî Kurdî derketiye û xwe berdaya rêça dirêj a bipêşvebirina wêje û çanda Kurdan vê carê bi veçapkirina dîwanên Cegerxwînê Seyda Seydayê Helbesta Kurdî li pêşberî xwînerên xwe ye da ku em jî wekî Cegerxwînê gewre nûjen bin bi pîrî da ku em guh bidin saza Cegerê xwe