Cembelî
Avesta Yayınları
Lorî lorî Cembeliyê mino lorî Tu bi xêr û xweş î hatî welatê Hekaryan zozanên jorî Îhsan Colemêrgî bi strana Cembeliyê Kurê Mîrê Hekaryan û Binevşa Narîn me dibe heyamên berê demen winda li welatê Hekariyan digerîne dibe bin konê Mîr Yezdan û zozanên koçeratê Stranekê dike çîrokeke hezar û şevekê çîrokeke ku bi sedan salane em jê fedakarî hezkirin û merdiyê fêr bûne çîrokeke lorînê ku em pê diketin xewê Cembelî di sala 1992yan de nivîsand û kitêb di 1995an de li Swêdê di nav weşanên Apecê de çap bû Weşanxanê pakêtek kitêb bi riya postê ji nivîskar re şandibû Di postê de polîsan dest li ser kitêban danîn û li mahkemê di heqê nivîskar de ji ber ku kitêbeke ku bi biryara Komîsyona Wezîran ketina wê ya Tirkiyê qedexe ye dawe vekirin Kitêb ji Kurdî wergerandine tirkî masrefa wergerê jî nivîskar da di encamê de mahkemê biryar da ku kitêb çîrokeke evînî û edebî ye û di sala 1998an de nivîskar beraat kir