Çeme Stranan 25 İndirim — Bermal Çem

Çeme Stranan 25 İndirim
Bermal ÇemAryen Yayınları
Çeme Stranan 25 İndirim
Bermal ÇemBeriya salan li çiyayên Kurdistanê em komeke heval û hogir li hev civiyabûn Li dorhêla me zinarên asê li nav sînga zinaran çemek diherikî bi gurmegurma mizgîniya biharê re Em bi civat bûn li gel hevalan bi derd û kulên welat de ketibûn Lewma dem di bin barê êş azar û hêviyê de giran giran diherikî Lê şahiya me jî kêm nedibû Geh me govend digerand geh awazeke hêviyê serî radikir li çiyayan geh em dibûn helbestek li ber têhna agir li binê taveheyvê Li berêvareke vî zemanî dema roj diçû ava hew min dengek bihîst ji wî milê newalê Ji binê dareke berûyê dengê sazekê dihat pê re jî dengekî dilgir û aza tevlî xumxuma çem dibû Min qesta stranê kir berê xwe da dara berû û meşiyam Jineke ciwan di hembêza wê de saz distirî Çi bê hempa bû ew kêlî çend xweş bû Ma kî dizane belkî lewma stran hene ji bo demên bêşîrove bên vegotin Ew deng û awaz ya Bermalê bû xwe dabû ber dara berû û distirî Min guh da wî dengî û pê re jî dil Ji wê rojê ve bê navber Bermal strana dilê xwe strana dilê me û strana çiyayiyan distirê Strana Bermalê bilind e zîz û asê ye her weke çiyayên welat e Kûr e dengê wê ji binê bîra zeman diqêre gotinên dapîr û bapîran Gotina wê ristika li gerdena çiyayiyan e bazind li zenda zinariyan e Rîtma wê zengila dilê şervanan e ji Zagrosan heta Botan û Dêrsimê miriyan ji xewê şiyar dike pakrewanan oxir dike Çiyayiya me stranên dilê me distirê Ji yên çûyî ji yên li vir û yên bên berhev dike êş hêvî û azadiyê Gülistan Çiya İke Yayınevi Aryen Yayınları Yazar Bermal Çem Sayfa 176 Sayfa Kağıt 2 Hamur Boyut 16 00x24 00 cm Basım Yılı Ağustos 2023 Barkod 9786259969817 Kategori Genel Kavramlar Kuram ve Tarihçe

Aryen
Beriya salan li çiyayên Kurdistanê em komeke heval û hogir li hev civiyabûn Li dorhêla me zinarên asê li nav sînga zinaran çemek diherikî bi gurmegurma mizgîniya biharê re Em bi civat bûn li gel hevalan bi derd û kulên welat de ketibûn Lewma dem di bin barê êş azar û hêviyê de giran giran diherikî Lê şahiya me jî kêm nedibû Geh me govend digerand geh awazeke hêviyê serî radikir li çiyayan geh em dibûn helbestek li ber têhna agir li binê taveheyvê Li berêvareke vî zemanî dema roj diçû ava hew min dengek bihîst ji wî milê newalê Ji binê dareke berûyê dengê sazekê dihat pê re jî dengekî dilgir û aza tevlî xumxuma çem dibû Min qesta stranê kir berê xwe da dara berû û meşiyam Jineke ciwan di hembêza wê de saz distirî Çi bê hempa bû ew kêlî çend xweş bû Ma kî dizane belkî lewma stran hene ji bo demên bêşîrove bên vegotin Ew deng û awaz ya Bermalê bû xwe dabû ber dara berû û distirî Min guh da wî dengî û pê re jî dil Ji wê rojê ve bê navber Bermal strana dilê xwe strana dilê me û strana çiyayiyan distirê Strana Bermalê bilind e zîz û asê ye her weke çiyayên welat e Kûr e dengê wê ji binê bîra zeman diqêre gotinên dapîr û bapîran Gotina wê ristika li gerdena çiyayiyan e bazind li zenda zinariyan e Rîtma wê zengila dilê şervanan e ji Zagrosan heta Botan û Dêrsimê miriyan ji xewê şiyar dike pakrewanan oxir dike Çiyayiya me stranên dilê me distirê Ji yên çûyî ji yên li vir û yên bên berhev dike êş hêvî û azadiyê Gülistan Çiya İke