Cengnameya Mihemed Henifi Metn ü Vekolin
Peywend
Cengname di nava milletên musliman da cûreyekî edebî yê gelek berbelav e Di serî da li ser Hz Elî û hinek sehabî an jî mensûbên ehlî beyta Hz Pêximberî s x l gelek vegêran û menzûmeyên şer û mêrxasîyê hatine vehandin Di seranserî cîhana Îslamî da ev reng cengname hatine nivîsîn û vegotin Berhemên vê cûreyê ji qedîmen di nava Kurdistanê da werareke baş girtîne Çi nivîskî çi jî zarekî li ser serhatîyên Hz Elî û şexsîyetên wekî wî gelek vegêranên pexşan û menzûm di nava kurdan da dihatine gotin û xelkê jî bi keyfxweşî guhdarîya wan dikir Yek ji van cengnameyan Cengnameya Mihemed Henîfîyê kurê Hz Elî ye ku li Kurdistanê gelek belav e Bi gelek şêwezarên kurdî Cengnameya Mihemed Henîfî hatîye vegotin Di vê xebatê da numûneyeke Cengnameya Mihemed Henîfî ya bi kurmancî hatîye vehandin û taybetî li deverên Berferêtê bernîyas û berbelav tête pêşkêşkirin