Cewahiren Kurdi — Xelile Çaçan

Cewahiren Kurdi
Xelile ÇaçanLis Basın Yayın
Cewahiren Kurdi
Xelile ÇaçanDe xwedê wî buhuştê da di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike

Lis Basın Yayın
De xwedê wî buhuştê da di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike

Lis Yayınevi
Pirtûka Xelîlê Çaçan Mûradov a bi navê Cewahirên Kurdî ku berhemeke sedsala 20 mîn e bi derengî be jî derket pêşberî xwendevanên kurd Di destpêka sedsala 20 mîn re li Tirkiyeyê her çiqasî edebiyat û nivîskarî ketibe demeke stewr jî kurdên Kafkasya di wê demê de dewra xwe ya herî dewlemend jiyîne Di warê xwendin û nivîsandinê de jî dema herî bi adan dîtine Romana Erebê Şemo ya bi navê Şivanê Kurmancan jî yek ji wan berheman e ku ji wê demê maye û îro pirtir tê naskirin Ev pirtûka Xelîlê Çaçan jî ji wê dema bihuştî ye ku îro ji wê bihuştê tenê ev mane Ev pirtûka tehmxweş bi çêj û gotinsivik jî ji kurteçîrokên pir kurt û kurd ên wê demê pêk tê Xelîlê Çaçan metequlk û belkî serboriyên ku wê demê guhdarî kiriye û parçeyekî girîng ê çand û kevneşopa kurdî ne nivîsiye Metequlkên Xelîlê Çaçan hin ji rûpelek an jî du rûpelan pêk tên hin jî ji nîvrûpelê pêk tên Wekî meseloka ku yek diçe ber behrê û dinihêre mirovek pêlên behrê dihejmêre lê her ku pêl tê ew dibêje yek Bi meraq ji mêrik dipirse ku çima her tim dibêje yek lê mêrik bersivek wisa dide ku kes li ser nefikiriye Bersivek mêrik jî belkî nihêrînek dunyewî ye ku dibêje her pêla ku tê wisa jî diçe ji ber wê timî ji nû ve dest pê dikim Meselokên Xelîlê Çaçan bi piranî ji tiştên wiha balkêş pêk tên Jixwe jiyana wî bi têra xwe di nav demên wiha re derbas bûye ku ji aliyê dewlemendiya çandî û kevneşopiyê ve di asta herî bilind de bû Ew jixwe di hewlek wisa de bû ku kurdîniyeke nedîtibû ava bike ji xeyalên xwe Ji bo vê bi salan ku serokatiya Radyoya Dengê Yêrîvanê dikir ji bêhna azadî û hemû hêviyan li stranan dikir û dişand pişt sînoran Wî di wan kêlîkan de pir meselok û metequlk guhdar kiribû Ji bav û kalan dê û pîran guhdariya xeberoşkan kiribû Dema mirov li nivîsandina wî dinihêrî jî mirov fam dike ku îlhama nivîsandina berhemeke bi vî rengî ji zimanekî din standiye Û ev yek di avakirina qalib û hevokan de xwe xuya dike Cewahirên Kurdî belkî navê herî xweş e ku wî li van berheman kiriye Û belkî derdê wî ew bû ku bîne bîra me bê tew çiqas cewahir jî bi erdê xwezayê de çûne Bi hêviya ku hûn jî bixwînin û çendek cewahiran jî hûn binivîsin û ji mirinê rizgar bikin

Lis
Ez bi we ra ji bo mirina heval xelîlê Çaçan wî peyayê payebilind xemgîn û dil tijî kul û kovan dibim Heval Zelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va winda bû Hêvîdar im ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin Heval Zelîl ser3e danî lê navekî mezin û malbeteke hêja û payedar şûna xwe hîşt Hêvîdar im tarîxa jîndariya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe

Lis Basın Yayın
De xwedê wî buhuştê da di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike