Cîhanşah
Peywend
Di nav ziman û wêjeya cîhanê de ziman û wêjeya Kurdî xwedî cihekî giring e Ev yek roj bi roj baştir xuya dike Her ku diçe di qada Ziman û Wêjeya Kurdî de berhemên nû têne keşifkirin û xebatên nû yên giranbiha têne kirin Ev yek jî şanazîyeke ji bo me Kurdan û mizginîya pêşerojeke ronak dide me Feqe Reşîd helbestvanekî bi nav û deng e ku berhemên wî ji nû ve derdikevin pêşberî xwendevanan Jixwe berhema wî ya Sirru l Mehşer bi awayekî bi rêkûpêk ji alîyê me ve hatibû çap kirin Lê niha berhema wî ya Cîhanşah li ber destê we ye Cîhanşah ew berhema Feqe Reşîd e ku cara pêşîn haya we xwendevanan jê çêdibe û tê çap kirin Ev yek jî şanazîyek mezin e ji bo me Kurdan û ji bo Wêjeya Cîhanê