Çîroka Reşpoşan
PEYWEND
Çîroka Reşpoşan her çiqas berhemeke ji hêla fizîkî ve kêmrûpel û biçûk be jî ji hêla teşe mijar û hemû taybetiyên xwe yên din ên edebî ve berhemeke xurt û qedirbilind e Dana Fayeq ku mijarên çîrokên xwe yên di vê berhemê de bi giştî ji jiyana kurdan a berê û serpêhatiyên zarokatiyê wergirtiye heta bibêjî bi rengekî estetîk bi vegotineke xurt û ramaneke felsefîk bi îmkanên hunerî yên edebiyatê ew gihandine asta dirûvê gerdûnî Rexneya civakî bi gotinek din rexneya li civaka kurd a kevneşopî mijara herî sereke ye di çîrokên wî de Her wiha bîranînên zarokatiyê û hesreta rojên borî xalek din e ku balê dikişîne Xwendevan dê ji vê berhemê hemû tam û çêja berhemeke edebî ya xurt werbigire û jê hez bike
Peywend