Çiroken Dubliniyan
Lis Basın Yayın
Lis Yayınevi
çev. Cıwanmerd Kûlek
Çîrokên Dubliniyan nimûneyên yekemîn vedihewîne ji berhemdariya James Joyce ev nivîskar ku yek ji nivîskarên pêş û sereke ê wêjeya modernîst e berhemên wî heta îro jî seraqet mijara rexne şîrove guftûgo û analîzan in li cîhanê Çîrokên ku Joyce ji 1904 an ve dest pê kir wan binivîse hem mînak in ji zehmetiyên ku wî di seranserê azmûneya xwe ya nivîskariyê de ligel weşanger û edîtorên wan kişandî hem jî peyamnêr in ji bo reng awa û naveroka berhemên wî yên di pey re ku wekî sehayeke têkoşanê tim û tim pê gîro bû û jiyana xwe di ber de azirand Reng û dengê van çîrokên Joyce raxistin û raberkirinek e ji hewildan û helwestên wî ên der barê ol terîq netew netewperwerî ziman û hêmayên din ên ku rastiya Îrlendayê û hiş û bîra wê ya giştî pêk tînin de Ev berhema ku gaveke yekemîn û xurt a James Joyce di riya ku bibe nivîskarekî mezin ê cîhanî de ligel nîşe û têbiniyên ku peywend û refaransên di metnê de hîn ron û zelaltir dikin bi wergerandina Ciwanmerd Kulek ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bi şanazî û dilxweşî li pirtûkxaneya Kurdî tê zêdekirin