MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Çîrokên Semedê Bêhrengî I I I — Semede Behrengî

Çîrokên Semedê Bêhrengî I I I
255,00

Çîrokên Semedê Bêhrengî I I I

Semede Behrengî

Hivda İletişim

2023-05-151. baskı176 sf.
Karton210-135-0Kitap KağıdıTürkçe
Teklif Kitap

Çîrokên Semedê Bêhrengî I I I

Semede Behrengî

Di çîroka Masîreşê Biçûk de hîm û nirxên herî sereke azadî meraq xwesazkirin û serfirazî ne Mamoste Bêhrengî van hemû hîm û nirxan bi çavê Masîreşa Biçûk nîşan dide û Masîsor dide dû rêça azadîxwaziya Masîreşa Biçûk Serboriya Kuliyeke Berfê her çiqas çîrokeke kurt be jî wateya wî ji bo zarokan gelek girîng e Lewra di vê çîrokê de em dibînin ku kuliyeke berfê ya biçûk jî naxwaze nêzîkê zarokên xirab bibe Siruşt bixwe jî ji xirabiyê direve Xoxek û Hezar Xox hesasiyeta dar û siruştê nîşanê me dide Armanc û daxwaza mamoste Bêhrengî ev e ku em çiqas hizir nekin jî siruşt candar e û jiyana mirovan li ser vê siruştê bi tesîr e Di çîroka Du Pisîkên Li Ser Dîwarê de nivîskar dixwaze bi me bide zanîn ku nakokî û dijberî bikeve nava kes kom an jî rêxistinan her du alî jî têk diçin û zirarê dibînin Divê ji bo berjewendiyên xwe mirov û rêxistin nakokiyên xwe daînin aliyekî heta ku bigihîjin miradê xwe Di çîroka Bîst û Çar Saetên Rojê de hest û jiyana zarok û malbatên xizan dide ber çavan û rengê dinyaya ku zarok di xiyalê xwe de ava kiriye nîşanê xwediyê dilan dide Di metna Çîroka Hezkirinê de zarok dikevin nava dunyayeke fantastîk û di vê çîrokê de li hember pozbilindîyê şer dikin û bi ser dikevin Çîroka Hezkirinê ji aliyên xwe yên fantastîk ve dişibe çîroka me ya navdar Memê Alan Mamoste Bêhrengî di Kurikê Pincarfiroş de heman bext û qederan dinirxîne û dixwaze nîşan bide ku mirov dikare bextê xwe yê reş biguherîne Telxûn ew çîrok e ku dixwaze nîşan bide bi xwesteka dilan tişt naçin serî û ji bo ku tişt herin serî û mirov bi ser bikevin divê cehd û xebatê bikin Belê zarokên delal û mezinên birêz Di baweriya min de her çiqas meriv naveroka çîrokan nikare bi kurtasî vebêje ji ber ku xet û sînor ji xeyalên zarokan re tuneye dîsa jî min xwest bi çend rêzan qala naveroka çîrokên Semedê Bêhrengî bikim Ya baş û xweş ew e ku hûn bixwe van çîrokan bixwînin û tahma edebiyatê jê bigirin û hûn bixwe peyamek bo xwe jê derxînin