Conî Û Cimêma
Avesta Yayınları
Weşanxaneya Hêlîn ku tenê ê kitêbên zarokan bi Kurdî biweşîne kitêba xwe ya yekem çap kir Conî û Cimêma Nivîskarê wê Bryan Guinness e û Celadet Alî Bedirxan ji fransî wergerandiye Kurdî Kitêba bi wêne di sala 1943yan de di nav Kitêbxana Hawarê de wek ku di rûpelê 2yan de tê gotin ji vê kitêbê panzdeh niviştên hejmarkirî li ser kaxeza hulis hatine çap kirin Celadet Alî Bedirxan di pêşgotina kitêbê de dibêje Conî û Cimêma çîrokeke ingilîzî ye Conî navê lawikekî Cimêma navê keçikekê ye Çîrokê biserhatiya wan gotiye Çîroka Conî û Cimêmayê dimîne çîrokên me ên kurdmancî yên ko hero ji me re dê û dapîrên me dibêjin Bivê nevê di hin tiştan de ferqin dikevin ber çavan Ew ferq nemaze ji awayên jiyîna me û ingilîzan a civakî tête der